Şaxa Mûşê ya heyva sor ji bo xwendekarên gundan ji malzemeyên qirtasiyeyê hezar û 700 pakêt hazir kirin. Dilxwazan jî ew melzeme li tevahiya mûşê li xwendekarên gundan belav kirin.
Alîkarî û piştgiriyên Heyva Sor a Türkiyeyê dewam dikin.
Şûbeya Mûşê ya saziyê ji bo xwendekaran dest bi projeya alîkariyê kir.
Ekîbên Heyva Sor ewil çente, malzemeyên qirtasiyê, mendîl û maske standin û delal pakêt kirin.
Dilxwazên Heyva Sor jî hezar û 700 pakêtên ku hatin hazirkirin, li tevahiya bajêr li xwendekaran belav kirin.
Rayedarên Heyva Sor dibêjin wê alîkariya ji bo xwendekaran dewam bike.