Alîkariyên ji bo Îdlibê

Piştî êrîşên rejîma Esed sazî û weqfên Turkiyeyê ji bo alîkariya sivîlan bi rê ketin

Alîkariyên ji bo Îdlibê

Piştî êrîşên rejîma Esed gelek sazî û komeleyên Turkiyeyê ji bo penaberan konvoyên alîkariyê bi rê kirin. Miftîtiyên bajaran jî bi riya weqfa diyaneta Turkiyeyê kamyonên alikariyê şandin herêmê.

Rejîma Esed ligel agirbestê êrîşên xwe yên li ser Îdlibê didomîne.

Gelek kes mecbur man ji mal û warên xwe derkevin û xwe bispêrin cihên ewle.

Miftîtiyên bajar û navçeyan ji bo alîkariya wan bi Weqfa Diyanetê re kampanyaya alîkariyê li dar xistin.

Miftîtiya Batmanê bi diayan 5 TIR xurek û lazimiyên jiyanê şandin herêmê.

Rayedar û nûnerên saziyan jî ji bo oxirkirina TIR’ên alîkariyê hazir bûn.

Her wiha Miftîtiya Siverekê jî bi dirûşma “Siverek nanê xwe bi mezlûman re parî dike” TIR’ek şand Îdlibê.

Li Îdlibê rewşa sivîlan her ku diçe xeraptir dibe û hewcedariya wan bi alîkariya mirovî heye.

Wekî din IHH’yê jî ji bo kesên cî û warên xwe terikandine ji Îdlibê koç kirine kon belav kirin.

Xêrxwazên endamên IHH’yê ji bo koçberan kon danîn.

Bi vê yekê 287 malbatên Îdlibî star bûn.

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE