Şaredariya Haliliyeya Şanlıurfayê ji bo extîyar û hewcedaran vala nasekine. Li aşxaneya şaredariyê rojê 3 cure xwarin tê çêkirin û li mexdûran tê belavkirin. Welatiyên ji vê xizmetê îstifade dikin, spasî şaredar û xebatkarên şaredariyê dikin.
Şaredariya Haliliyeya Şanlıurfayê di vê pêvajoyê de extiyar, nexweşên giran û hewcedaran tenê nahêle.
Li aşxaneya Şaredariyê rojê 3 dan 3 cure xwarin tê çêkirin û li malbatên hewcedar tê belavkirin.
Li gorî agahiyên şaredariyê rojê li 2 hezar û 600 malbatên mexdûr xwarin tê belavkirin.
Welatiyên ku ji vê alîkariya îstifade dikin, him ji şaredar him jî ji xebatkaran re dia dikin.