Di meha pîroz de him komele him jî xêrxwaz alîkariyên xwe yên ji bo hewcedaran didomînin. li midyadê şaredarî xwarina germ li hewcedaran belav dike.
Meha Remezanê meha parvekirin, xêr û beran e.
Di vê meha bimbarek de alîkariyên xêrxwazan jî zêde dibin.
Li Midyada Mêrdînê aşxaneya şaredariyê alîkariyê dide hezar hewcedarî.
Her roj 3 cure xwarin tê çêkirin û beriya fitarê tê belavkirin.
Tîmên şaredariyê li 12 taxan nêzî hezar hewcedar tespît kirine.
Kesên xizan bi alîkariya xêrxwazan gelek kêfxweş dibin.