Şaredariya Midyada Mardînê, ji bo alîkariya kal û pîran, nexweş û malbatên hewcedar ku ji ber koronayê nikarin derkevin derve, bênavber xebatên xwe didomîne. Şaredariyê herî dawî nivîneke ortopedîk dîyarî nexweşeka 62 salî kir.
Şaredariya Midyada Mardînê ji abo alîkariya kal û pîran, nexweş û bêkesan bênavber dixebite.
Ekîbên şaredariyê ji roja ewil û vir ve, ji bo temînkirina îhtiyacên wan kesên mexdûr û bêkes bi roj û şev dixebitin.
Herî dawî şaredariyê ji bo nexweşeke giran ku demeke dirêj e li erdê ye, nivîneke ortopedîk hediye kir.
Malbata nexweşê jî ji ber vê alîkariyê spasî şaredariyê kir.
“Rewşa diya min gelek giran bû. Ji ber wê min ji bo alîkariyê telefonî şardariyê kir. Xwedê ji wan razî be, di serî de şaredarê me Veysi Şahin, hemûyan soza xwe anîn cih û ji bo diya min alîkarî kirin.