Alîkariyên ji bo İzmirê

Mexdûrên erdheja İzmirê nayên jibîrkirin

Alîkariyên ji bo İzmirê

Li ser Erdheja li Îzmirê giştiyê Turkiyeyê ji bo mexdûran seferber bûn. Zarok ji bo mexdûran pereyên xwe dişînin, mezin xaniyên xwe ji bo wan vala dikin. Mexdûrên erdhejê tu carî nayên jibîrkirin.

Mexdûrên erdheja Îzmirê nayên jibîrkirin.

Ji çar aliyên welêt ji mezinan heta biçûkan her kes alîkariyên xwe didomînin.

Li Sêrtê xwendekarên dibistana pêşîn ji bo zarokên Îzmirê pereyên xwe şandin.

Zarokan pereyên ku di kumbarayên xwe de berhev kiribûn bi dil û can ji bo zarokên mexdûrên erdhejê berhev kirin.

Li Midyada Mardînê jî 330 xwendekarên dibistanekê pereyên xwe yên rojekê ji bo zarokên Îzmirê şandin.

Xwendekaran ligel pere name jî nivîsîn û hestên xwe ji bo zarokên mexdûrên erdhejê vegotin.

Xwendekarên biçûk gelek hestyar bûn.

Li Ercişa Vanê esnafê bi navê Murat Yağiz maleke xwe ya vala ji bo mexdûrên erdhejê raxist.

Yağiz got ger hewce be malbateke mexdûr bila were li mala min rûnê û çi hewcedariyên wan hebe ez ê temîn bike.

Êş û elema mexdûrekî herî baş mexdûrê berê dizane.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE