Şaredariya Ercişê ji bo alîkariya kal, pîran, hewcedar û nexweşên giran komeke alîkariyê ava kir. Mamosteyên ku di vê komê de dixebitin ji bo alîkariya van kesan gund bi gund digerin, îhtiyacên wan heta ber deriyê wan dibin.
Alîkariyên ji bo kal, pîr û nexweşên giran dewam dikin.
Mamosteyên Ercişa Vanê jî ji bo alîkariyê seferber bûn.
Şaredariya Ercişê ji bo welatiyên ku nikarin derkevin derve û îhtiyacên xwe peyda bikin, komeke alîkariyê ava kir.
Mamosteyên di vê komê de, ji bo alîkariya kal û pîran û nexweşên giran û hewcedaran bi şev û roj dixebitin.
Mamosteyên komê gund bi gund digerin û îhtiyacên welatiyan heta ber deriyê wan dibin.