Alîkariyên ji bo remezanê

Sazî, komele, weqf û şaredarî xebatên xwe yên alîkariyê didomînin.

Alîkariyên ji bo remezanê

Meha xêr û bereketê, remezanê dest pê kir. Îsal ji ber şewbê bernameyên fitarê nayên kirin û welatî nikarin werin cem hev. Sazî, komel,weqf û şaredarî jî alîkariyên xwe yên remezanê dibin malan û digihînin hewcedaran.

Îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê bernameyên fitarê hatin betalkirin. Welatî di meha rojiyê de nikarin werin cem hev.

Li Ahlata Bitlisê şaredariyê ji bo extiyarên ku nikarin ji malê derkevin nanê vekirî û xurme amade kirin û li wan belav kirin.

Li Dêrika Mardinê, Koma Piştgiriyê ya Wefayê, di roja ewil a rojiyê de ji bo hewcedaran xwarinên fitarê amade kir û li malbatên feqîr belav kir.

Li Ercişa Vanê jî xebatên Heyva Sor`ê di meha Remezanê de jî dewam dikin.

Şaxa Ercişê ya Heyva Sor`ê di meha rojiyê de jî xebatên xwe didomîne.

Komele, plan dike ku li Ercişê di meha rojiyê de ji bo 3000 kesî xwarinên fitarê amade bike û li hewcedaran belav bike.

Li Westana Vanê jî xebatkarên Heyva Sor`a Tirkiyê ji bona meha rojiyê tax bi tax geriyan û nanê vekirî li welatiyan belav kirin.

Şaredariya Siveraka Şanliurfayê jî xebatên xwe yên alîkariyê di meha rojiyê de jî didomîne.

Xebatkarên şaredariyê ji bo taxên di bin karantinayê de ne xurek û malzemeyên paqijiyê amade kirin.

Karkerên şaredariyê malzeme teslîmî leşkeran kirin da ku li welatiyan belav bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE