Li Dutaxa navçeya Agiriyê Wefaya Koma Piştgiriya Civakî di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da çû gundên dûrî navendê 15 hezar qalib sabûn û 10 hezar rûpêç belav kir.
Ekîbên Wefaya Koma Piştgiriya Civakî ya di kordinasyona Qaymeqamtiya Dutaxê da hat avakirin ji bo dîtina hewcedariyên welatiyê derketina wan a derva hatiye qedexekirin hewl didin.
Komên ji xebatkarên cendirme, polês, tenduristî, perwerdeya neteweyî, şaredarî, Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî pêk tên daxwazên welatiyên li xetên 112, 110, 155 û 156ê digerin bi cî tînin.
Jinên dildar ji bo wezifedarên Wefaya Koma Piştgiriya Civakî û welatiyan li Navenda Perwerdeya Gel rûpêçan çêdikin.
Ekîb rûpêçên ji çêdikin, amûrên hijyenê yên qaymeqamtî dide li welatiyên li gundên dûr belav dikin.
Qaymeqam Ahmet Karaaslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hemû daxwazên welatiyan bi cî anîn.