Alîkariyên meha remezanê

Bijîşkên Rûyê Erdê ji bo hewcedaran li benda piştgiriyê ne...

Alîkariyên meha remezanê

Komeleya Bijîşkên rûyê erdê di meha remezanê de jî xebatên xwe yên ji bo hewcedaran didomîne. Komele, ji bo kesên li cihên şer û pevçûnan alîkariya tenduristî û xwarinê dike. Her kes dikare bi 280 lireyî alîkariyê bigihînê nexweş û hewcedaran.

Li seranserê Cihanê nêzî milyarek însan di bin talukeya birçîbûnê de ye.

Naxasim li cihên ku lê şer û pevçûn heye.

Komeleya Bijîşkên Rûyê Erdê ji bo balê bikişînê ser vê rewşê weke her car di meha bimbarek Remezanê de jî ew kes jî bîr nekirin.

Xwarin vexwarin, alîkariya tenduristiyê jî di rêza ewil de cih digirin.

Bi taybetî zarokên ku demeke dirêj birçî dimînin.

"Em her roj herî kêm sê dan xwarinê didin zarokên xwe. Dema xwarinê naxwin em xemgîn dibin. Ev zarok 3 rojan carekê xwarinê dibînin. Belkî namirin lê ji ber vê rewşê xisarên mayînde derdikevin.”

Xêrxwaz dikarin bi vê riyê alîkariyê bigîhînin hewcedaran.

Endamê bijîşkên rûyê Erdê Dr. Yahyahan Güney :Em dixwazin alîkariyê, piştevaniyê, xêrê bînin ber çavên însanan, bînin bîra wan. Em dixwazin haya her kesî ji vê rewşê çêbe û tişta ku ji destê wan tê, ji bo kesên hewcedar bikin.”

Xêrxwaz dikarin bi kampanyayê 280 lire bexş bikin û ji bo demekê be jî rûyê feqîrekî bikenînin .

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 14:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE