Alîkariyên meha remezanê berdewam in

Li gelek bajaran xêrxwaz û komele alîkariya hewcedaran dikin

Alîkariyên meha remezanê berdewam in

Di meha remezanê de alîkariyên ji bo hewcedaran bênavber berdewam in. Li gelek deran çi xêrxwaz çi jî komeleyên alîkariyê, piştgiriyên xwe didomînin.

Li Bêgiriya Vanê malbatên xêrxwaz ji bo hewcedaran jî xwarinê çêdikin.

Rojane malbat çi xwarinê çêke heman tiştî li hewcedaran jî belav dike.

Di çaroveya projeyê de 50 malbat hene.

Çêkirina xwarinê wê heta dawiya meha remezanê dewam bike.

Li Iğdırê şaredariya Tuzlucayê ji bo hewcedaran paketên remezanê belav dike.

Piştgiriya remezanê wê di 17 rojên qedexeya giştî de jî dewam bike.

Li Kopa Muşê komeleyeke xêrxwaz ji bo 2 hezar malbatên li gundan alîkarî belav kir.

Muxtarên taxan jî pêşengiya belavkirinê kirin.

Li Mardînê jî şaredariya Mehsertê wesayîtên biakû diyariyê astengdaran kir.

Wesayîdên astengdaran ên biceyran di çarçoveya projeya jiyana bêasteng de teslîmî astengdaran hatin kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE