Alîkariyên meha remezanê

Heyva Sor dê alîkariya 15 milyon însanî bike...

Alîkariyên meha remezanê

Di meha bimbarek a remezanê de kizilay, ji bo kesên hewcedar, feqîr û êtiman alîkariyan belav dike. sazî li welêt û li derveyî welêt wê him fitaran bide him jî kumanyayan belav bike.

Heyvasor bi xêrxwaz û dildarên xwe malbateke mezin e.

Ji bo destê xwe bigihînê kesên hewcedar kar û xebatên xwe didomîne.

Vê Remezanê jî armanc ew e ku alîkariyê bigihînê 15 milyon însanî.

Alîkariyên ku hatin berhevkirin, dê di Remezanê de bên dayîn.

Li 16 xwaringehî bi milyonan însan dê xwarinê bixwin.

Kizilayê nêzî milyonek koliyên alîkariyê amade kirine û dê wan li cihên hewce belav bike.

Di meha Remezanê de êtim jî nayên jibîrkirin. Ji bo wan dê fitar be dayîn.

Hun jî dikarin bi peyamekê tevlî alikariyê bibin. Ji bo 10 lireyan, peyamekê ji “2868”e re bişînin.

Cengiz Koç li ser giringiya Heyvasorê disekine ku xwedî lê were derketin.

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE