Alîkariyên însanî yên diçin Suriyeyê wê cardin ji Cîlvegozuyê dest pê bike

Piştî ku Rusyayê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da 2 caran veto kir da ku alîkariya însanî li ser Tirkiyeyê ra neçe Suriyeyê, di konseyê da lihevkirin çêbû ku ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ra şandina alîkariyan salekê dewam bike.

Alîkariyên însanî yên diçin Suriyeyê wê cardin ji Cîlvegozuyê dest pê bike

Piştî ku Rûsyayê di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da 2 caran veto kir da ku alîkariya însanî li ser Turkiyeyê ra neçe Suriyeyê, di konseyê da lihevkirin çêbû ku ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê ra şandina alîkariyan salekê dewam bike.

Ji sala 2014an vir va mekanîzmayek çêbûbû ku alîkariyên însanî têkevin Suriyeyê, lê ji ber ku dema wezîfeya vê mekanîzmayê qediya, KENYê di hewildana 5emîn da dem dirêj kir.

Almanya û Belçîka pêşnûmaya biryarê pêşkêşî KENYê kir û 13 welatan piştgirî da pêşnûmayê, lê Rûsya, Çîn û Komara Domînîkê bê biryar man.

Konseya Ewlehiyê ya NYê ji bo ku pêşî li ber vetoya Rûsyayê bigre û mekanîzmayê nû bike, dev ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê berda, jimara deriyên ku alîkarî tê ra çêdibin, daxist 1ê.

Li gor biryarê Babusselameya hemberî Deriyê Sînor ê Oncupinarê ji derbaskirina alîkariyan ra hat girtin, Babulhewaya hemberî Cîlvegozuyê wê saleke din jî wê vekirî bimîne û alîkariyên însanî wê cardin dest pê bike.

NYê ji Babusselameyê ra ji 300 hezar Suriyeyiyên ku li bakurê Helebê dimînin, ji cî û warên wan hatine kirin û mihtacî alîkariyê ne ra alîkarî dişand, ji Babulhewaya ku wê vekirî bimîne ra jî ji 2,8 milyon kesên Îdlibî ra alîkarî tê şandin.

Li Suriyeyê alîkariyên însanî berê ji 4 deriyên sînor ra dihat kirin, Rûsyayê par er-Remseya navbera Suriye û Urdunê û El-Yarubiyyeya deriyê sînor ê di navbera Suriye û Irakê ji derbaskirina alîkariyan ra girtibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE