Li Köprüköya Erzurumê piştî erdheja 5 bêhnok 1’ê alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê berdewam in. Li 17 gundan xebatên tespîta xisarê hatin kirin. 162 xanî û 40 pageh wek rûxandî hatin qeydkirin. Herwiha alîkariya pereyî û xwarina germ jî didin mexdûran.
Li navçeya Köprüköya Erzurumê bi 5 bêhnok û 1 pîleyî erdhej çêbûbû. Erdhej bi dereceya xwe hindik lê bi hêza xwe mezin bû. Li gelek gundan xanî hilweşiyan.
Heta niha li 17 gundan 162 xanî û 40 pageh wek bixisar hatine tespîtkirin.
Wekî din ji bo mexdûrên erdhejê alîkariya pereyî jî tê dayîn.Li gundan xwarina germ tê belavkirin.
Li navçeyê hindik be jî lerzên biçûk rû didin.