Alîkariyên pêşîn ên "Trêna Qenciyê" gihîştin bajarê Heratê yê Efxanistanê

Alavên alîkariyê yên ku bi Trêna Qenciyê gihîştin Efxanistanê, piştî karên cudakirinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin.

Alîkariyên pêşîn ên "Trêna Qenciyê" gihîştin bajarê Heratê yê Efxanistanê

Alîkariyên pêşîn ên "Trêna Qenciyê" ya bi alavên alîkariyê barkirî li bajarê Heratê li 300 malbatan hatin belavkirin ku li Tirkiyeyê bi kordînasyona AFADê ji hêla hin saziyên civaka sivîl hatin peydakirin.

Alavên alîkariyê yên ku bi Trêna Qenciyê gihîştin Efxanistanê, piştî karên cudakirinê li malbatên hewcedar hatin belavkirin.

Alîkarî li navenda Heratê li hewşa dibistanekê li 300 malbatên destteng hatin belavkirin. Hat ragihandin digel qoliyên xidayê, kinc, sol û betanî jî di nava alavên alîkariyê da hene.

Trêna Qenciyê ya bi 750 ton alavên alîkariya mirovî barkirî, 27ê Rêbendanê bi rê ketibû, 7 Sibatê jî gihîştibû Efxanistanê.

Tê plankirin ku alavên alîkariyê li Heratê bên pakêtkirin û bi hevkariya Balyozxaneya Tirkiyeyê li Kabulê, AFAD, Heyva Sor a Tirk û Heyva Sor a Efxan va li 34 parêzgehên welêt li malbatên hewcedar bên belavkirin.

Alîkarî ji alavên cur be cur ên wekî xurek, kincên zivistanê, alavên tibî, sandelyeya biteker, pêlîstok û alavên tenduristiyê pêk tê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE