Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altun li ser medyaya civakî bi peyameke bivîdeo va bertek nîşanî parvekirina li ser meha remezanê ya Geert Wildersê pêşengê Partiya Azadiyê ya tundraw ê Holendî da.
Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke bivîdeo parve kir û di vîdeoyê da cih da wêneya Wilders jî. Altun di peyama xwe da wiha got, "Wildersê bêrehm nûnerê tundrawî, nijadperestî, tundî û faşîzmê ye. Îslam tundrawî, nijadperestî, tundî û faşîzmê şermezar dike. Nijadperestiyê bidin sekinandin."
Wildersê tundraw di parvekirina xwe da îdia kiribû ku Îslam aîdê Holendayê nîne û wiha gotibû, "Îslam û remezanê bidin sekinandin."
AA