Altun di "Konferansa Navneteweyî ya Bûyerên 1915an" da axivî

"Ev tenê buxtaneke ji hesabên siyasî derdikeve holê û tu carê têkiliya wê bi rastiyan ra tune."

Altun di "Konferansa Navneteweyî ya Bûyerên 1915an" da axivî

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun wiha got: "Ev tenê buxtaneke ji hesabên siyasî derdikeve holê û tu carê têkiliya wê bi rastiyan ra tune. Ev buxtaneke xîtabê hestan dike, ne rast e û ne meşrû ye."

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê "Konferansa Navneteweyî ya Bûyerên 1915an" li dar xist.  

Altun li konferansê axivî û got îdiaya komkujiya qaşo Ermeniyan ne rast e û wiha dewam kir: "Ev tenê buxtaneke ji hesabên siyasî derdikeve holê û tu carê têkiliya wê bi rastiyan ra tune. Ev buxtaneke xîtabê hestan dike, ne rast e û ne meşrû ye."

Altun got Erdogan der barê bûyerên 1915an da bang dike ku arşîv derkevin holê û nêrîneke zanistî bila bê meşandin û wiha dewam kir: "Ev banga heqîqatê ye, ji ber vê banga me ya heqîqetê jî nîşan dide ku em di vê mijarê da dilsoz in."

Altun anî ziman derdê kesên vê derewê dikin û bi vê yekê va êrîşî Türkiyeyê dikin ne mexdûriyetên dîrokî û Ermeniyên Osmaniyan e.

Altun got armanca vê konferansê ew e ku rê li ber vê derewa dîrokî bê girtin, paşxaneya dîrokî ya 1915an neyê jibîrkirin, buxtana qaşo komkujiya Ermeniyan neyê kirin û bi vê va rê li ber çokvedana Türkiyeyê bê girtin.

Altun spasiya Serokatiya Arşîvên Dewletê ya Serokomariyê, Saziya Dîroka Tirkan, zanîngehan û saziyên din kir ku ew di vê mijarê da bi salane dixebitin û got ew hêvî dike konferans ji bo aştî û îstiqrarê bibe wesîleyek.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE