Altun : Dîrokê nekin qurbana siyasetê

Altun: Êdî bi çavekî îdeolojîk li bûyerên 1915an nenêrin

Altun : Dîrokê nekin qurbana siyasetê

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettin Altun derbarê bûyerên 1915an de axivî û got: “ji bo rastiya bûyerên 1915an eşkere bibe, divê ji berjewendiyên siyasî û îdeolojîk dûr bê nirxandin.

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun, derbarê bûyerên 1915an de li ser medyaya civakî daxuyaniyek da.

Altun ragihand ku; derheqê bûyerên 1915an de divê gavên erênî bên avêtin. Lewra herdu aliyan jî zirar dîtine.

Altun got: “Tirk û Ermenên ku 800 sal bi hev re jiyane, dikarin bi axaftinê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Lêbelê dewletên mêtînger ji bo berjewendiyên xwe, me bi qirkirina Ermenan sûcdar dikin. Bes bila Ermen guh nedin wan û nehêlin ku meseleyên dîrokî bibin qurbanên siyasetê.”

Fahrettin Altun di daxuyaniya xwe de wiha pê de çû: “Di bûyerên 1915an de qirkirin tune. Lewra derbarê vê de ne biryareke siyasî û akademîk ne jî biryareke hiqûqî heye.

Altun got: “Tirkiye ji bo çareseriya bûyerên 1915an her tim gavên erênî diavêje. Lêbelê dewletên 3yemîn, ji bo berjewendiyên xwe tim û tim biryarên yekalî didin. Ev jî xebatên ji bo çareseriya vê pirsgirêkê asteng dikin.

Dîroka nûkirinê: 24 Nîsan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE