Altun: Gel di 15ê Tîrmehê de ligel serokê xwe li ber xwe da

“gelê me wê şevê destanek nivîsand”

Altun: Gel di 15ê Tîrmehê de ligel serokê xwe li ber xwe da

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun behsa şeva 15ê tîrmehê kir. Altun got “hatin, dîtin û têk çûn.” Her wiha destnîşan kir ku “Turkiyeyê di 15ê tîrmehê de dersa demokrasiyê da dinyayê û li dijî fetö’yê 4 sal in têdikoşe.”

Serokê ragihandinê Fahrettin Altun behsa wê şeva tarî kir û got “Gel ligel serokê xwe bi fedakirina canê xwe û destanek nivîsand.”

Altun behsa berxwedana gel a li dijî hewla derbeya 15ê Tîrmehê kir.

Altun got armanca FETÖ û kesên li paş wan “Tirkiyeyeke bê Erdoğan bû”.

Lê gel wê şevê li dora lîderê xwe civiya, xwedî li dewlet û serokê xwe derket.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun: “ev ne efsane ye ne jî çîrok e. hatin, tiştê ku hêvî nekirin dîtin û têk çûn. ev rastî dê her tim li hemberî wan be. Turkiye dibe aktorekê kurewî. ji bo vê yekê têkoşîna li dijî fetö’yê li her deverê cîhanê bi hêztir bi rê ve diçe. me her tim got; ew dê birevin, em dê li pey wan bin û wan derdest bikin.”

Serokê Ragihandinê Altun, derbarê têkoşîna li dijî FETÖ’yê de got ev meseleya ewlahiya Turkiyeyê ye.

Fahrettin Altun got, di 15ê Tîrmehê de gelê Turkiyeyê derket kuçe û kolanan hewla darbeyê têk bir û bi vê yekê ket dîroka cihanê. Altun got, Turkiye dersa demokrasiye da cihanê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE