Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun diyar kir ku nêzî 4 hezar personel û bi sedan wesayît û amûr li 21 bajarî li hemberî agirên bi daristanan ketine ji hewa û bejayê ra dixebitin da ku agiran bitemirînin.
Altun ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi sernava "Dewleta me ji bo daristanên me seferber dibe" dîmenek parve kir û der heqê wesayît û xebatkarên ji bo temirandina agirên bi daristanan ketine da agahî da.
Altun di peyama xwe da got: "Sazî û dezgehên eleqedar bi nêzî 4 hezar personel û bi sedan wesayît û amûrî va li 21 bajarên me him li hewayê û him jî li bejayê mudaxaleyî agirên bi daristanan ketiye dikin.
Di mudaxeleya agirên bi daristanan ketiye da 3 balafir, 9 ÎHA, 1 JCB, 38 helîkopter, 620 arazoz, 63 wesayîtên avê yên îkmalê, 54 makîneyên kar, 2 TOMA, 9 TIR, 184 wesayîtên zeviyê, 45 wesayîtên agirkujiyê, 21 wesayît, 46 ambulans, 13 wesayîtên UMKEyê, 4 wesayîtên fermanê yên mobîl, 4 hezar personel û 187 jî xebatkarên tenduristiyê xebitîn.
Ji bo xwrin, vexwarin û starbûna welatiyan jî kîlereke sehrayê, 5 wesayîtên jê xwarin tên dayîn, 3 wargehên KYKê û 4 jî pansiyonên MEBê di xizmeta gel da ne.
Ji bilî vê 20 hezar û 400 dan jî xwarin hat dayîn.AA