Altun: "Hûn nikarin Serokomarê bi dengên gel hatiye hilbijartin tehdîd bikin"

"Hûn nikarin Serokomarê ku di dewleta demokratîk û hiqûqê da bi dengên gel hatiye hilbijartin tehdîd bikin. "

Altun: "Hûn nikarin Serokomarê bi dengên gel hatiye hilbijartin tehdîd bikin"

Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun got, "Hûn nikarin Serokomarê ku di dewleta demokratîk û hiqûqê da bi dengên gel hatiye hilbijartin tehdîd bikin. Ev li dijî îradeya azad a gel heqaret e."

Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşanî îfadeyên Wekîlê Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel da ku piştî diyarbûna biryarên doza der heqê "15ê Tîrmehê hewldana derbeyê" û "bûyerên Parka Geziyê" da daxuyanî dabû.

Altun bal kişand ku Komara Tirkiyeyê, dewleteke demokratîk û hiqûq e û wiha got:

"Hûn nikarin Serokomarê ku di dewleta demokratîk û hiqûqê da bi dengên gel hatiye hilbijartin tehdîd bikin. Ev li dijî îradeya azad a gel heqaret e. Ev sûc e. Pergala wesayetê ya ku hûn bîrê dikin tuneye êdî. Demokrasiyê hezim bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE