Altun ji ber FETOyê hişyarî da raya giştî ya Amerîkayê

Altun: "Gelî Amerîkayiyên xoşewîst! Heke hûn wisa bawer dikin ku FETO tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye, hûn şaşiyê dikin. "

Altun ji ber FETOyê hişyarî da raya giştî ya Amerîkayê

Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun hişyarî da û wiha got, "Gelî Amerîkayiyên xoşewîst! Heke hûn wisa bawer dikin ku FETO tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye, hûn şaşiyê dikin. Ev rêxistina şer, ji dema bacên ku berpirsên Amerîkayî yên bacê didin, kiriye bin zîmeta xwe vir va, ji bo we jî pirsgirêkeke pir mezin e. Baldar bin, li her derê ne."

Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Îngilizî daxuyanî da û li ser talûkeya ku Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ji bo raya giştî ya Amerîkayê çêkiriye sekinî.

Altun vîdeoyek parvekir û tê da qala dike ku FETO ji bo hemû dinyayê tehdîd e û li Amerîkayê bi dibistanên bipeyman (charter) ku bacên gelê Amerîkayê diçê û rêgezên ku bi rêya dereqanûnî pergalê manîpule dike. Altun di peyama xwe da wiha got: "Gelî Amerîkayiyên xoşewîst! Heke hûn wisa bawer dikin ku FETO tenê pirsgirêka Tirkiyeyê ye, hûn şaşiyê dikin. Ev rêxistina şer, ji dema bacên ku berpirsên Amerîkayî yên bacê didin, kiriye bin zîmeta xwe vir va, ji bo we jî pirsgirêkeke pir mezin e. Baldar bin, li her derê ne."

Di vîdeoya navborî da tê gotin ku serkirdeyê FETOyê ji bo ku ajandaya xwe ya siyasî ya xêrnexwaz pêk bîne, biryardar e ku dinyayê tune bike, serkirde li Pensîlvanyayê dijî û toreke şeytanî û tevî sûcan bûye ku ev tor li hemû dinyayê belav bûye, kontrol dike.

Di vîdeoyê da tê gotin ku li Amerîkayê dora 200 dibistanên FETO hene û bi tevahî 60 hezar xwendekar tê da dixwînin, endamên rêxistinê bi rêya pergala dibistanê ya charterê bi awayekî derqanûnî pere bi dest dixin û karên fêlbaz dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2019, 17:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE