Altun: Muxalefet dixwaze bi hewlên xwe me têk bibe

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun di peyama xwe ya li ser hisabê xwe yê medyaya civakî de eşkere kir ku Turkiye li dijî şewbê têdikoşe, lê mixalefet bi dijminên Turkiyeyê re hevkariyê dike.

Altun: Muxalefet dixwaze bi hewlên xwe me têk bibe

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun bertek nîşanî wan kesan da ku li benda krîza aboriyê ne û got, "hewleke beredayî didin." Altun rexne li mixalfetê jî girt. Destnîşan kir ku serkeftina Turkiyeyê ya li hemberî şewbê li ber çavan e û got, "mixalefet dixwaze me bi hewlên xwe têk bibe."

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun di peyama xwe ya li ser hisabê xwe yê medyaya civakî de eşkere kir ku Turkiye li dijî şewbê têdikoşe, lê mixalefet bi dijminên Turkiyeyê re hevkariyê dike.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun : "Turkiyeyê hêza xwe nîşan da û di tekoşîna li dijî vîrûsê de ji bo gelek welatan bi serkeftina xwe bû mînak. Lê mixabin mixalefeta ku hêza xwe ji derew, xurafe û rikeberiyê distîne, dixwaze bi hewla xwe me têk bibe. Hewleke beredayî dide."

Altun ji ber hêviya ji krîza aboriyê rexne li mixalefetê girt.

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun : “ev muxalefeta ne netewî niha jî piştî şewbê bi hêviya çêbûna krîzeke aborî kêfxweş dibe, bi awayekî eşkere piştgiriyê dide hewl û operasyonên kurewî yên li dijî aboriya me. Ev êrîşên li ser birêvebirina aboriya me ji ber wê tirsê ye ku Turkiye wê ji şewbê bi hêztir derkeve.”

Altun diyar dike ku daxwaza dijminên Turkiyeyê têkçûna aboriyê ye û got “Aboriya me xirab nabe wê baştir bibe”

Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun : kesên ku hêviya xwe bi derbe, bobelat, teror û şewban ve girê didin tu carî bi wan hêviyên xwe negihiştin miradê xwe. niha jî daxwaza hêzên kûrewî û hêzên vesayeta netewî îxtimala xirabbûna aboriyê ye. aboriya me wê baştir bibe.”

Altun piştgirî da Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak.

Li pişt êrîşên li hemberî Albayrak, daxwaza bergirtina pêşketina aboriya Turkiyeyê ya piştî şewbê heye.

Altun daxuyaniya xwe bi axaftineke Serok Recep Tayyip Erdoğan qedand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE