Altun:Rûmeta meqamê Serokomariyê rûmeta me ye

Serokê Ragihandinê Altun bertek nîşanî heqareta li Serokomar û meqamê Serokomariyê da

Altun:Rûmeta meqamê Serokomariyê rûmeta me ye

 Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun got, "Rûmeta meqamê Serokomariyê rûmeta me ye. Meqamê Serokomariyê îradeya gel temsîl dike. Êrîşa dijî îradeya gel bi tanê karê bêhedan e. Em heqareta bêbext a li dijî Serokomarê me û meqam şermezar dikin."

Sedef Kabaşê di bernameyeke televizyonê da heqaret li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û meqamê Serokomariyê kiribû, Altun ji bo vê mijarê li ser medyaya civakî daxuyanî da û got exlaqekî siyasetê, mixalefetê û rojnamevantiyê heye.

Altun wiha pê da çû:

"Kesên vî exlaqî ji vî welatî ra zêde dibînin rêzê nîşanî xwe jî nadin. Qaşo rojnamevanek di televizyoneke xêncî rikdariyê tiştekî nake radibe heqaretê li Serokmarê me dike. Ez vê bêariyê, bêexlaqiyê şermezar dikim. Ya ku hatiye kirin bi tenê bêexlaqî nîne, li ser navê siyaset, mixalefet û rojnamevantiyê bêberpirsyarî ye."

Altun got dibê "têgeha berpirsyariyê li navenda mijara exlaqê" a Nurettîn Topçu zêde bikin û wiha pê da çû:

"Dibê em seba demokrasî û heqaniyetê li dijî vê bêexlaqî û bêberpirsyariyê dengê xwe bilind bikin. Mixabin em dibînin ku li welatê me komeke marjînal her ku diçe radîkal dibe. Dema radîkal dibe jî har dibe. Ev kesan li her platformê derewan dixemilînin bi navê rojnamevantiyê gotegotan dikin û heqaretê dikin. Heqaret maf an jî azadî nîne, sûc e. Hedê tu kesî nîne û bi navê azadiya îfadeyê rabe li Serokmariyê me yê bi salan e ji welatê me ra xizmetê dike heqaretê bike. Nezanî bi radîkalîzmê, neçareserî bi heqaretê, cahilî jî bi gotegotan nayê veşartin."

Altun got siyaset bi milet ra rojnamevantî bi çêkirina xeberan tê kirin û wiha pê da çû:

"Rûmeta meqamê Serokomariyê rûmeta me ye. Meqamê Serokomariyê îradeya gel temsîl dike. Êrîşa dijî îradeya gel bi tenê karê bêhedan e. Em heqareta bêbext a li dijî Serokomarê me û meqamê şermezar dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE