Amadehiya ji bo azmûna LGS’ê

Xwendekarên pola 8. wê bikevin îmtihanê

Amadehiya ji bo azmûna LGS’ê

Azmûna têketina lîseyan LGS bi destê Wezareta Perwerdeyê wê sibê were kirin. Nêzî 2 milyon xwendekar li benda vê azmûnê ne. Ji bo tenduristiya xwendekaran jî tevdîr hatin girtin.

Azmûna lîseyan LGS wê sibê were kirin.

Di vê çarçoveyê de, li gorî tevdîrên koronayê ji bo xwendekaran dibistan hatin paqijkirin.

Roja azmûnê wê li xwendekaran maske werin belavkirin, ji bo paqijiya destan jî wê dezenfektan bên danîn hemû distanan.

Di navbera xwendekaran de wê metreyek dûrahî hebe û di azmûnê de wê karibin maskeyên xwe derxin.

Ji bo tevdîrê wê malbat jî nikaribin werin baxçeyên dibistanan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE