Berfa ewil bariya, êdî wexta guhertina lastîkên wesaîtan e... Ji bo ku wesaît di berf û cemedê de nexijke, lastîkên zivistanê tên pêxistin…
Beriya sir û seqema zivistanê karê lastîkfiroşan zêde ye.Lewra dema guhertina lastîkên wesaîtan e.
Welatî lastîkên havînê bi yên zivistanê ve diguherînin. Pisporên vî karî dibêjin bila lastîk nerm û bikalîte bin.
Wekî din divê rêjeya kaûçûkê ya lastîkan zêde be.
Di 1ê berfanbarê de lastîkên zivistanê mecbûrî dibin.Loma li ber dikanên lastîkfiroşan liv û tevger zêde ye.
Welatîî ji bo ewlehiya ajotinê beriya zivistanê lastîkên xwe diguherînin.