"Amadehiya şandina S-400an dewam dikin"

Serok Erdogan: "Amadehiya şandina S-400an dewam dikin"

"Amadehiya şandina S-400an dewam dikin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku li Behra Spî ya Rojhilat keştiyên Tirkiyeyê yên sondajê pêvajoyê didin domandin û wiha got, "Di vê mijarê da dibe ku ji çep û rastê dengên ku mirov aciz dikin derkevin, lêbelê jixwe me berê jî eşkere kiribû ku ev deng dê me ji rêya me averê nekin. Ez îro jî li heman ciyî me û heman tiştan dibêjim."

Serok Erdogan berî ku ber bi Saraybosnayê bi rê bikeve, li Mêvanxaneya Dewletê ya li Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist û dû ra bersiv da pirsên rojnamegeran.

Erdogan ji bo pirsa der heqê geşedanên dawîn ên li Behra Spî ya Rojhilat wiha got, "Aniha keştiyên me yên sondajê bi awayekî bi xebatên lêgerîn û lêkolînê ra kordînekirî û di çarçoveya nexşerêya xwe da vê pêvajoyê didin domandin. Di vê mijarê da dibe ku ji çep û rastê dengên ku mirov aciz dikin derkevin, lêbelê jixwe me berê jî eşkere kiribû ku ev deng dê me ji rêya me averê nekin. Ez îro jî li heman ciyî me û heman tiştan dibêjim."

Erdogan bal kişand ku vêga Tirkiye digel Komara Tirkî ya Qibrîsa Bakur bibiryar pêvajoyê dimeşîne û wiha xeber da:

"Hûn jî dizanin li Yewnanistanê hilbijartinek çêbû ku duh êvarê encamên wê jî diyar bûn. Ez duh li brêz Mîçotakîs geriyam, min ew pîroz kir. Di hilbijartinê da biqasî sedî 39 deng wergirtin û herwiha qedera 160 parlamenter derxistine. Înşelah hêviya min jî ew e ku em ê bi Yewnanistanê ra pêvajoyeke nû bi awayekî aştîyane û digel hevkariyê bidomînin. Daxwaza me ew e ku ji niha şûnda em li Egeyê û li Behra Spî rastî pirsgirêkekê neyên."

- "Amadehiya şandina S-400an dewam dikin"

Serok Erdogan, pirsa gelo S-400 Fuzeyên Parastina Asîmanî dê kêngî bên û li kuderê bên bicihkirin, wiha bersivand:

"Aniha amadehiya şandinê û barkirin didome. Wezareta Parastina Neteweyî û Sererkanî plan dike ku wê li ku derê bên bicihkirin. Wê S-400an bi balafirê bînin. Ji bo welatê me, herêma me û bi taybetî dinyaya me bi xêr be."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE