Amadehiyên cejna qurbanê

Ji bo cejnê tevgerdariyeke mezin ket bazar, mixaze û dikanan

Amadehiyên cejna qurbanê

ji cejna qurbanê re gelek hindik ma. lewma jî li hemû bajaran tevgerdariya amadehiyên cejnê heye. em ê niha ji mûş, mêrdîn û dîlokê dîmenên haziriyên cejnê bînin ser ekranê.

Ji Cejna Qurbanê re hindik ma.

Par ji ber pandemiyê hema bêje cejn tune bû.

Lê îsal ji ber pêvajoya normalbûnê li hemû bajaran amadehiyên îdê hene.

Sûk û bazarên Mûşê ji mirovan xalî nabin.

Her kes li derve ye û dixwaze ji xwe re tiştên cejnê bikire.

Xebatkarên marketan dibêjin ku bazara îsal li gorî par gelek baş e.

Li kolana PTT’ê ya li navenda Mûşê jî piştî 2 salan bazara cejnê hat danîn.

Tê gotin ku li bazaran bihayê tiştan erzan e.

Lewma jî gelek kes tên bazarê û danûstandina xwe dikin.

Li Midyada Mêrdînê jî li cilfiroş û solfiroşan danûstendin bêhtir bû.

Welatî tên esnafên navçeyê û ji xwe re pêdiviyên cejnê dikirin.

Li bazarê herî zêde kêfa zarokan tê û dilê wan xweş dibe.

Her wiha ji ber nêzîkbûna îda Qurbanê karê firotin û tûjkirina kêran jî zêde bû.

Li Dîlokê welatî ji bo qurbanên xwe gelek siparîşan didin.

Lewma jî hosteyên kêran bi şev û roj dixebitin.

Bihayê kêran jî nêzî 60 lîre ye.

Dîsa li Dîlokê karê şêranîfiroşan jî gelek zêde bû.

Hosteyên beqleweyê ji bo siparîşan gelek dixebitin.

Xwediyê kargeheke şîraniyê dibêje ku rojê nêzî 700 kîlo peqlewe çêdikin û têr jî nake.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE