Amadehiyên ji bo 951.Salvegera Serkeftina Milazgirê

Xelat ji bo salvegera Serkeftina Milazgirê ya 951emîn amadehiyan dike

Amadehiyên ji bo 951.Salvegera Serkeftina Milazgirê

Ji bo ku pîrozbahiyên salvegera Serkeftina Milazgirê ya 951emîn baş derbas bibe li Xelata navçeya Bidlîsê ya ku wek "deriyê ketina Anadoluyê ya Tirkan" û "tapuya Anadoluyê" tê binavkirin amadehî tên kirin.

Navçeya Xelatê ji Urartuyan bigire heta Osmaniyan şopa gelek şaristaniyan dihewîne, bi berhemên xwe yên dîrokî û siruşta xwe va jî balê dikşîne.

Xelata ku niha lê amadehiyên pîrozbahiyê ya salvegera Serkeftina Milazgirê ya 951emîn tê kirin wek "Bajarê Aram" jî tê bi navkirin.

Di navbera 24-26ê tebaxê da ji bo ku rûhê Milazgirê bê bibîranîn çalakiyên wek tîravêtinê, gulaş, meşa tîma mehterê, pêşangeha hunerên destan û lîstîkên herêmî wê li navçeyê bên kirin.

Pîrozbahî wê li Baxçeya Gel ya ku 150 hezar mêtroqere mezin e û Konê Siltan Alparslan 1071 jî lê ye çêbibe.

Bi hezaran kes wê li Taxa Çarhoyê beşdarî van çalakiyan bibin.

Par li Baxçeyê Gel 50 dikan, jê yek xan 50 kon, mescîd, qada mitîngê, qada gulaşê, hîpodrom, qada tîravêtinê, qada cirîdê, qada lîstikê ya zarokan, pîstên helîkopterê, qada hêşînahiyê ya 80 hezar mêtroqereyî hat avakirin û 5 hezar şitlê daran hat çikandin.

Ji bo ku pîrozbahiyên li vir bêtir coş çêbibin xebat dewam dikin.

Şaredarê Xelatê Abdulalîm Mumtaz Çoban got ku di 24-26ê tebaxê da seba pîrozbahiyên ku wê li Xelat û Milazgirê werin kirin, xebatan dest pê kir û xebat li ber kutabûnê ne.

Çoban diyar kir, di hîmayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da ew ê îsal hemû rîcala dewletê li navçeyê têxin mêvan û wiha dewam kir, "Amadehiyên me yên li Xelatê ne tenê Baxçeyê Milet û qada mitîngê ye, di heman demê da divê em Malên Mêhvanan ên Dewletê jî temam bikin û pê ra bigihînin. Em ê Serokomarê me, Serokê me yê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, wezîrên me, fermandarên me yên hêzên artêşê, şefên mîsyona dereke li Xelatê têxin mêvan."

Çoban daxuyand ku ew bi Weqfa Tîrvanan ra xebateke têr û tije dimeşînin, li Xelat û Milazgirê jî amadehî dewam dikin.

Çoban destnîşan kir ku serkeftina mezin wekî roja yekîtî û bihevrabûna neteweyî ye û taybetiya wê ew e ku Anadolu êdî dibe war û wiha dewam kir, "Em dibînin ku miletê me vê serkeftinê û hemû bîranînên Siltan Alparslan ji bîr nake û em wisa jî dewam dikin. Ev pîrozbahî jibîrnekirina bîra neteweyî ye ku ji nû va zindî dibe. Em li benda hemû Tirkiyeyê ne ku werin vî baxçeyê bihuştê, qada guzîde, mîsyona dîrokê. Em ji Otaxa Siltan Alparslan hemû Tirkiyeyê cardin dewet dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE