Amadehiyên ji bo dibistanan

Malbatan ji bo kêmasiyên zarokan berê xwe da sûk û bazaran

Amadehiyên ji bo dibistanan

Betlaneya havînê diqede. Malbatan ji bo ku hewcedariyên zarokên xwe bikirrin berê xwe da sûkan. Niha li bazaran çaxa liv û tevgera dibistanan ye.

Di 9ê Îlonê de betlaneya havînê diqede û dibistan vedibin. Xwendekarên dibistan û lîseyan wê biçin mektebê.

Li Midyada Mêrdînê jî li sûk û bazaran tevgerdariya dibistanan dest pê kir.

Hin kes ji bo zarokên xwe cil û bergan dikirrin, hin kes jî malzemeyên qirtasiyê distînin.

Piştî hefteyekî 18 milyon xwendekarên dibisana seratayî û lîseyan wê dest bi dersan bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE