Amadehiyên ji bo Zivistanê

Li herêmê hişkkirina bacanên reş, îsot û kundiran dewam dike

Amadehiyên ji bo Zivistanê

Her der bi sebze û fêkiyên li ber tavê rengo rengo bûye. Li herêmê amadehiyên ji bo zivistanê dest pê kir. Welatiyên ku ji bo sir û sermayê haziriyê dikin, ji niha ve dest bi hişkkirina bacanên reş, îsot û kundiran dikin.

Îsot… Bacanên reş… Kundir… Firengî…

Li herêmê amadehiyên ji bo zivistanê dewam dikin.

Welatî, ji bo haziriya çileyê ji niha ve li ber tavê sebzeyan hişk dikin.

Bi dehan cure sebzeyên ku di bendikan de tên derbaskirin, ji bo hişkkirinê li ber tavê tên raxistin an jî dardekirin.

Piştî hişkkirinê, sebzeyên ku di kîsikan de tên veşartin bi hatina ziviztanê re dibin xwarin û li ser sifreyan cih digirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE