Payîzê haziriyên ji bo zivistanê zêdetir dibin. Li Kanîreşa Çewlikê welatî derketin çolê û ji bo hişkkirin û tirşiyê şekok berhev kirin.
Her payîz welatî diçin bin darên şekokan û ji bo zivistanê şekok berhev dikin.
Li Kanîreşa Çewligê jî welatî diçin çolê û li bin darên şekokan kîsikên xwe tijî dikin.
Piştre van şekokan dibin malê û jê him tirşî çêdikin him jî hişk dikin.
Gundî her sal bi zar û zêçên xwe van fêkiyên ku li çolê bixwe çêdibin, berhev dikin.