Amadehiyên li salonên dawetan

Salonên dawetan wê di 1ê Tîrmehê de vebin, amadehî tên kirin

Amadehiyên li salonên dawetan

Jiyan asayî dibe û di 1ê tîrmehê de salonên dawetê jî dê vebin. Ji ber vê jî, wekî her derê, li erdîşa wanê jî salon ji bo dawetan tên amadekirin.

Ji ber vîrûsa koronayê wekî gelek cihan, salonên dawetê jî hatin girtin.

Bi gavên asayîbûnê re jî, biryar hat dayîn ku hemû salon di 1ê Tîrmehê de vebin.

Wekî her derê, li salonên dawetê yên li Erdîşa Wanê jî amadehî tên kirin.

Di çarçoveya amadehiyan de salon him tên dezenfektekirin, him jî li gorî şert û mercên li dijî vîrûsa koronayê, tên hazirkirin.

Xwediyên salonan ji welatiyan dixwazin ku li gorî tevdîran hereket bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE