"Amerîka dixwaze Îran vegere beriya 1979an"

Ruhanî li bakurê welêt li Lahîcana girêdayî parêzgeha Gîlanê di merasîma destpêkirina seferên trênê ya di navbera bajarên Rest û Qezwînê da axaftinek kir û li ser astengkirinên Amerîkayê daxuyanî da.

"Amerîka dixwaze Îran vegere beriya 1979an"

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî diyar kir ku Amerîka dixwaze Îran vegere serdema berî 1979an û wiha got, "Ji bo me qebûlkirina vê yekê bi tu awayî ne mumkin e. Ev nêrîna cuda ya di navbera me û Amerîkayê da nabe mijara mizakere û lihevkirinê."

Ruhanî li bakurê welêt li Lahîcana girêdayî parêzgeha Gîlanê di merasîma destpêkirina seferên trênê ya di navbera bajarên Rest û Qezwînê da axaftinek kir û li ser astengkirinên Amerîkayê daxuyanî da.

Ruhanî destnîşan kir ku Amerîka bi astengkirinan tişta ku dixwaze bi dest nexist, lêbelê ji bo Îranê pirsgirêkên mezin xwe dan der û wiha dewam kir, "Em ne di şertên asayî da ne, em di şerekî psîkolojîk û ekonomîk da ne. Şert û merc pir girîng û hesas in. Amerîkayê ji bo welat û gelê me kêşe durist kirin. Lêbelê di van şert û mercan da paşdagavavêtin tê wateya wendakirina hemû destkeftiyên me."

Herwiha Ruhanî got ku Amerîka wer plan dike ku ev sal bibe, sala têkçûna Îranê û serkeftina Amerîkayê û wiha axivî, "Lêbelê Amerîka di vê merama xwe da bi ser neket. Armanca rêveberiya Washingtonê ew e ku li Îranê rejimê biguherîne."

Ruhanî herwisa di axaftina xwe da wiha got, "Îxtilaf û problema me ya bi Amerîkayê ra ew e ku rêveberiya Washingtonê dixwaze em vegerin 40 sal berê. Amerîka dibêje ku Îran divê vegere beriya 1979an. Lê em jî dibêjin em ê paşda venegerin û em ê di rêya serxwebûn û demokrasiyê da berdewam bin. Ji ber vê çendê jî ev nêrîna cuda ya di navbera me û Amerîkayê da nabe mijara mizakere û lihevkirinê."AA

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE