Amerîka du baregehên xwe yên li Sûriyeyê cardin dixe fealiyetê

Ji ber ku Rûsya di demên dawîn da li Reqqayê çalakiyên xwe zêde dike, Amerîka ji vê yekê aciz e û dixwaze ku li qadê çalaktir bibe. Amerîka xebatan dimeşîne ku cardin vegere baregeha xwe ya Balafirgeha Eskerî ya Tabqayê. Balafirgeh 7 kîlomêtre dûrî navenda bajarê Reqqayê ye.

Amerîka du baregehên xwe yên li Sûriyeyê cardin dixe fealiyetê

Hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê baregehên xwe xurt dike û li bajarê Reqqayê jî 2 baregehên xwe yên ku berê vala kiribûn, cardin dixe fealiyetê. Herêmên ku di binê dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ne, baregehên Amerîkayê li wan herêman e.

Tirkiyeyê di cotmeha 2019an da li bakurê Sûriyeyê Herekata Kaniya Aştiyê kir û çendek beriya operasyonê eskerên Amerîkayê li Reqqayê hin baregeh vala kirin. Li gor agahiya ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan, eskerên Amerîkayê cardin li heman baregehan vedigerin.

Ji ber ku Rûsya di demên dawîn da li Reqqayê çalakiyên xwe zêde dike, Amerîka ji vê yekê aciz e û dixwaze ku li qadê çalaktir bibe. Amerîka xebatan dimeşîne ku cardin vegere baregeha xwe ya Balafirgeha Eskerî ya Tabqayê. Balafirgeh 7 kîlomêtre dûrî navenda bajarê Reqqayê ye.

Di çarçoveya xebatan da Amerîkayê herî kêm 9 wesayîtên herbê yên "Bradley"ê û bi dehan eskerên xwe şandin Reqqayê.

Piştî ku terorîstên biyanî yên ku Îran piştgiriyê dide wan baregehên eskerî yên li herêmê kirin hedef, hêzên Amerîkayê ji serê salê pê va ji baregehên xwe yên Hesekê, Dêrezor û Reqayê ra hêzên teqwiye şandin.

Amerîka ji ser Iraqê ra çek û alavan dişîne baregehên xwe yên eskerî.

Hebûna li Sûriyeyê ya Amerîkayê

Amerîkayê di cotmeha 2019an da dema ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir baregehên xwe yên li herêmê vala kiribû û pêşanî dabû ku li dora sehayên neftê bi cî bibe.

Hêzên Amerîkayê yên piştgiriya xwe ya ji bo YPG/PKKya rêxistina terorê didomînin di halê hazir da li Sûriyeyê li bajarên Hesekê, Reqa û Dêrazorê li herêmên bin dagikeriya rêxistinê da bi tevahî li 11 baregeh û cihên eskerî hebûna xwe didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE