"Amerîka ji bo ku Nexşerêya Minbicê bi cî were wê bixebite"

Akar der barê hevdîtina bi Patrîck Shanahanê Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ra axivî.

"Amerîka ji bo ku Nexşerêya Minbicê bi cî were wê bixebite"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Destnîşan kirin ku hewl didin Nexşerêya Minbicê bi derengî nekeve û ji bona demildest bi cî were wê li serê bixebitin."

Akar der barê hevdîtina bi Patrîck Shanahanê Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ra axivî.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar destnîşan kir di hevdîtina ku Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Serdar Kiliçê Balyozê Washington yê Tirkiyeyê amade bûn da li ser şerê dijî terorê axivîne û diyar kirine ku di serî da PKK/PYD/YPG, DEAŞ û FETO dijî hemû rêxistinên terorê bi hev ra hereket bikin.

Akar destnîşan kir careke din anîne bîra wan ku wexta ji Sûriyeyê vekişin kêmasiyeke otorîteyê çênebe.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar diyar kir îadekirina serkirdeyê FETOyê û endamên din jî anî rojevê û got ku em ê di rojên pêş da jî ji nêzik va vê mijarê teqîb bikin.

Akar diyar kir li ser Nexşerêya Minbicê jî axivîne û wiha got: "Destnîşan kirin ku hewl didin Nexşerêya Minbicê bi derengî nekeve û ji bona demildest bi cî were wê li serê bixebitin."AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE