"Amerîka nikare dinyayê bi rê va bibe"

"Amerîka nikare dinyayê bi rê va bibe. Divê em li gorî vê rastiyê tevbigerin."

"Amerîka nikare dinyayê bi rê va bibe"

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf diyar kir ku hin rayedarên Iraqî ji tirsa Amerîkayê wê yekê qebûl nakin ku bi Îranê ra hevkariyê bikin.

Zerîf di civîneke li Konsolosxaneya Îranê li Kerbelayê da axivî û wiha got, "Li Iraqê rayedarên payebilind bi biryar in ku bi me ra hevkariyê bikin lêbelê rayedarên ne payebilind û herêmî ji ber ku ji hegemonyaya Amerîkayê ditirsin vê yekê qebûl nakin." 

Zerîf got ku rêveberiya Washingtonê dê ji astengkirinên ku li dijî Îranê disepîne, tiştekî bi dest nexe û wiha dewam kir, "Rêveberiya Amerîkayê bi xwe li xwe mukir hat ku di vê mijarê da 7 milyar dolar pere xerc kir, lêbelê tiştek neket dêst. Amerîka nikare dinyayê bi rê va bibe. Divê em li gorî vê rastiyê tevbigerin."

Zerîf di çarçoveya ziyareta xwe ya 4 rojan da roja yekşemê hatibû Bexdayê û li vê derê ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Meclisê Mihemed el-Helbûsî û Wezîrê Karên Derva Mihemed el-Hekîm, pêr jî li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê berê yê herêmê Mesûd Barzanî civîn kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Çile 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE