Rêveberiya Amerîkayê ew ê hemû xebatkarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Venezuelayê vê hefteyê paşda vekişîne.
Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Amerîka ew ê hemû xebatkarên Balyozxaneya li Venezuelayê vê hefteyê paşda vekişîne. Ev biryar jî nîşan dide ku rewşa xirab a li Venzuleyê û li balyozxaneya Amerîkayê hebûna personelan li ser polîtîkaya Amerîkayê tesîrê dihêle û tengasiyan derdixe."
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê di rêbendanê da telîmat dabu personelên asta 2yan ê li Bayozxaneya Amerîkayê ya li Venezuelayê ku welêt terk bikin û gotibû personelên asta 1î ew ê xebetên xwe bidomînin.
Hatibû diyarkirin ku pêkanîna ewlehiya 150 nûnerên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Venezuelayê zehf zor e, ligel vê balyozxaneya li Caracasa paytext ew ê vekirî bimîne.