Amerîkayê baregehên xwe yên li Kobaniyê vala kir û îmhe kir

Amerîkayê hemû baregehên xwe yên Kobaniya li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê vala kirin û 2 hebên wan bi teyareyên şer îmhe kirin

Amerîkayê baregehên xwe yên li Kobaniyê vala kir û îmhe kir

Amerîkayê hemû baregehên xwe yên Kobaniya li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê vala kirin û 2 hebên wan bi teyareyên şer îmhe kirin.

Li gor agahiyên ku çavkaniyên pêbawer yên li Kobaniyê dan AAyê, artêşa Amerîkayê di çarçoveya vekişîna ji bakurê Sûriyeyê da eskerên xwe yên li navçeya li nêzî sînorê Tirkiyeyê vekişandin.

Ji 4 baregehên hatin valakirin 2 heb bi destê teyareyên şer ên Amerîkayê hatin îmhekirin.

Baregeheke ku Amerîkayê li Minbicê vala kiribû lêbelê îmhe nekiribû ketibû destê esker û polêsên Rûsyayê û hêzên rejima Beşar Esed.

Piştî ku Amerîka ji Kobaniyê vekişiya li bakurê Sûriyeyê eskerên hêzên Amerîkayê bi tenê li Rumeylana navçeya Hesekeyê man.

Artêşa Amerîkayê beriya destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kiribû eskerên xwe ji bakurê Sûriyeyê vekişandibûn.

Amerîkayê bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê ji bo piştgiriyê bide YPG/PKKyê li Heseke, Reqa, Dêrazorê, Minbic, Til Ebyada herêmên Sûriyeyê bi tevahî 18 ciyên eskerî ava kiribûn.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE