Amerîkayê li Sûriyeyê li qadên neftê cardin dest bi dewriyeyê kir

Artêşa Amerîkayê piştî Herekata Kaniya Aştiyê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li qadên neftê cardin dest bi dewriyeyê kir.

Amerîkayê li Sûriyeyê li qadên neftê cardin dest bi dewriyeyê kir

 Artêşa Amerîkayê piştî Herekata Kaniya Aştiyê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li qadên neftê cardin dest bi dewriyeyê kir.

5 wesaîtên bizirx û 2 pîkapên artêşa Amerîkayê 6 kîlomêtro dûrî sînorê Tirkiye û Sûriyeyê di navbera beldeya Qehtaniye û navçeya Rumeylanê da li qadeke qederê 40 kîlomêtro derketin dewriyeyê.

Artêşa Amerîkayê piştî Herekata Kaniya Aştiyê li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li qadên neftê cardin dest bi dewriyeyê kir ku li Hesekeyê dabû sekinandin.

Qehtaniyeya li rojhilatê navçeya Qamişloya li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye dikeve bi çavkaniyên neftê tê zanîn.

Rumeylana herêma neftê jî 15-20 kîlomêtro dûrî sînorê Iraqê ye.

Rêvebiriya Amerîkayê hefteya borî destnîşan kiribû li qadên neftê yên li Sûriyeyê wê hebûna xwe ya eskerî zêde bike û li Dêrazor û derdorê hebûna xwe ya eskerî zêde kiribû.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Mijdar 2019, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE