Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê da ji bo 16 kesên li dezgehên îqtisadî yên dewlet û sektora taybet dixebitin, biryara binçavkirinê derxist.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku ji gumanbarên ByLocka bernameya ragihandinê ya bi dizî ya rêxistinê bi kar anîne 7 kes li Enqere û Çankiriyê hatin binçavkirin û ji bo qefaltina yên din jî xebat didomin.