Antrenmanê li ser esfaltê dikin

Tîma hokeyê ji bo şampiyonayê dixebite...

Antrenmanê li ser esfaltê dikin

Ji bo beşdarî fînalên tirkiyê bibin, li hewşa mektebê û li ser riyên esfaltkirî amadehiyên xwe dikin. li mêrdînê, tîma hokeyê ya dibistana navîna a îmam û xetîba şehit tayyip olçok ji bo bibe şampiyonê hokeyê dixebite.

Ge li hewşa mektebê, ge li ser riyên esfaltkirî antrenmanê dikin…

Sporvanên Mêrdînî di haziriya şampiyonaya Tirkiyê de ne...

Tîma Hokeyê ya Dibistana Navîn a Îmam û Xetîba Şehîd Tayyip Olçok ji bo beşdarî fînalê Tirkiyê bibe, di nav gelek zor û zehmetiyan de dixebite.

Ji ber ku saloneke wan a sporê tuneye, tevî anternorên xwe li hewşa mektebê û li ser riyên esfaltkirî xwe amade dikin.

Tîma zarokên dibistana navîn di 30 Çileyê de li Amasyê, wê di fînalên Tirkiyê de Mêrdînê temsîl bike.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE