Li Mêrdînê welatiyê bi navê Şeyhmus Ergînoglu yê ku wek Apê Şêxmus tê naskirin 25 sal e şitlên daran dikire û wan datîne.
Apê Şêxmuz yê ku 66 salî heta niha 14 hezar dar danî ye û xwezayê pir hez dike.
Ergînogu ji rojnamevanan ra daxuyand wî demeke dirêj şofêrtiya kamyonê kiriye, lê paşê wî dev ji kar berdaye û ew ji bo xwezayê dixebite.
50 kanî da çêkirin
Ergînoglu got ew 25 sal e daran datîne û wiha axivî: "Min li Mêrdînê 50 kanî da çêkirin. Min Savurkapiyê 10 hezar dar danî, hê jî dewam dikim. Ez têm wan av didim. Ez şitlên ji Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr distînim jî li vir datînim. Ji bilî vê min darên fêkiyan jî danî. Min 17 hezar lire li vir xerc kir."
Ji Walî piştgirî
Ergînoglu anî ziman berê qada li Savurkapiyê cihekî çop û çol bûye wî paqij kiriye, paşê dar daniye û wiha dewam kir: "Dar mezin bûn, malbat niha tên li binê siya wan rûdinên, seyranê dikin. Sebzeyên min danîne dixwin. Ez ji kesên tên vir ra dibêjim 'hûn çi dikin bikin, lê daran neşkînin'. Waliyên tên li vir jî min pîroz dikin.hûn çi dikin Walî Mahmut Demirtaş dema dest bi wezîfeyê kir gazî min kir û ji min ra got 'Ezê hemû pêdiviyên te peyda bikim, tu dewam bike' Car caran ez diçim ziyareta wî."
"Ez dixwazim her kes daran dayne"
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî li ser medyaya civakî wêneyên Ergînoglu parve kir û wî wek mînak nîşan da ku Ergînoglu kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Ez spasiya Wezîrê me dikim. Xwedê jê razî be. Ez dixwazim her kes daran dayne. Danîna daran pir xêr e, pêxemberê me gotiye 'qiyamet rabe jî di destê we da darek hebe wê biçikînin.'"
AA