Aral bal kişand ser "Roja Penaberan a Cîhanê"

Dema ku fotograferan online rêportaj dikirin, Aral jî derbarê projeyê û giringiya Roja Penaberan Cîhanê ji bo AAyê nirxandin kirin. 

Aral bal kişand ser "Roja Penaberan a Cîhanê"

Rojnamevan Coşkun Aral bi sedema Pêşangeha Fotografan a Exodusê ku bi boneya "Roja Penaberan a Cîhanê" çîrokên penaberan derdixe ber bîneran, li ser hesabê xwe yê Instagramê weşaneke zindî kir.

Pêşangeha ku di çarçoveya projeya Exodus-Deja vu de Hevkarê Peywendiya Global a Ajansa Anadoluyê (AA) Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) û Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî ye tê çêkirin, bi sedema cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 20ê Hezîranê Roja Penaberan Cîhanê de derbasî platforma dijîtal kirin.

Exodus-Deja vu ku yekmcar sala 2016an hat lidarxistin û ji wê demê ve di warê navnetweyî de hat ecibandin xebatên nûçegihan û fotografêrên weke Coşkun Aral, Guillermo Arias, Yalda Moayeri û Sergey Ponomarev di xwe de digire.

Dema ku fotograferan online rêportaj dikirin, Aral jî derbarê projeyê û giringiya Roja Penaberan Cîhanê ji bo AAyê nirxandin kirin. 

Aral bal kişand ser têkoşîna penaberan a ji bo jiyanê û destnîşan kir ku take pirsgirêka wan tenê Kovîd-19 nîn eû pêdivê ji bo çareseriya vê mijarê hewl bên dayîn.

Aral anî ziman ku pirsgirêkên penaberan neguherîne û got, "30 sal derbas bû, lê li ser vê erdnîgariyê jan û pirsgirêkên penaberan neguherîn. Salên 1970yî qeyrana Iraqê qewimî. Min hingî biryar dabû ku ez fotografên penaberan bigirim û çîrokên wan bo cîhanê rabigihînim.

Aral tekezî li giringiya pêşangehê kir û got, "Pêdivê em van cure projeyan zêde bikin. Ne te nûçegihanên fotoyê pêdivê hemî kesên xwedan wijdan balê bikişînin ser penaberan."  

- Dibe ku hemî kes di şevekê de bibe penaber

Aral destnîşan kir ku pêwîste hikûmet ji bo zêdekirina balkişandina ser penaberan rê bide mirov û saziyan û lazim e mirov jî bi hesasiyet tev bigerin.

Aral anî ziman ku dibe ku hemî kes di şevekê de bibe penaber û got, "Mumkin e ev tişt bê serî hemî kesan. Ez li Ruandayê bûm şahidhalê mirina bi sedhezaran mirov, hejmareke gelek hovîtiyê. Dema mirov pêrgî van dijwariyan were dibe ku dîn bibe, heye bê serê hemî kesî."

Yekemîn pêşangeha Exodosê 2016an li Kuala Lumpurê vebûbû û piştre jî pêşangehên li Bangkok, Chiang Mai, Enqere û Stenbolê vebûbûn.

Herçend ku dihat plankirin pêşangeh sala 2020an li bajarên Ewropa û DYAyê bê gerandin, ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatibûn ragirtin.

Piştî vê organîzatoran bi rêya teknolojiya modern amadekariyên pêşangeha sanal temam kiribûn.

Fotograferên di nava projeyê de, li ser rûpela Instagramê ya projeyê dê rojane rêportajan bidin.

Pêşangeh li ser malpera "www.exodus-dejavu.com" online tê şopandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE