"Armanca me avakirina Tirkiyeya mezin û xurt e"

Erdogan: "Armancên her gelî hene ku ji bona wan diçin mirinê. Armanca me jî avakirina Tirkiyeya mezin û xurt e."

"Armanca me avakirina Tirkiyeya mezin û xurt e"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Armancên her gelî hene ku ji bona wan diçin mirinê. Armanca me jî avakirina Tirkiyeya mezin û xurt e."

Erdogan di çarçoveya Merasimên Sala 100emîn ya Cejna Spor û Ciwaniyê û Bîranîna Ataturk ya 19 Gulanê da li Navenda Fuarê ya TUYAPê ya Samsunê bi ciwan û werzişvanan ra di fitarê da hat bal hev.

Serok Erdogan destnîşan divê ji dîroka xwe îbretê hildin û wiha got: "Wexta em li dîroka xwe ya ji 2 hezar û 200 salî zêdetir e binihêrin divê em tenê îbretê hildin. Em ê ji bona têkoşînên mezintir cesaretê hildin."

Erdogan diyar kir di 17 salên dawîn da qeyd û bendên ku li dest û lingên vî gelî hatine xistin yek bi yek perçe kirine û got ku gelê me yê ku di welatê xwe da berdest bû êdî ji xwe bawer dike.

Serok Erdogan destnîşan kir armancên her gelî hene ku ji bona wan diçin mirinê û got ku armanca me jî avakirina Tirkiyeya mezin û xurt e û wiha axivî: "Heger îro Tirkiyeya ku xwedî li doza Filistînê derdikeve, destê xwe dirêjî Afrîkayê dike û xwedî li xwîşk û birayên xwe yên li Asyaya Navîn û Balkaqanan derdikeve hebe, ev tevî di warê aboriyê da bi saya serkeftina me ya di diplomasiyê da jî çêdibe."

Erdogan di xeberdana xwe da xitabî ciwanan kir û wiha got: " Heta ku hûn xwedî lê derkevin wê ev welat têk neçe û wê cudakarî nekeve navbera ferdên vî gelî."

Serok Erdogan diyar kir heger îro Tirkiyeyeke ku li her derê dinyayê dijî bêhiqûqî, niheqî û bêedaletiyê dengê xwe derdixe hebe ev serkeftina me hemûyan e û wiha got: "Tirkiye heta roja îroyîn di nav gelek zor û zehmetiyan da derbas bûye û bi berdêlên giran hemû serkeftinên xwe bi dest xistiye. Ev serkeftin emanetî we ne."

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE