"Armanca wan ya esasî ew e ku hesab ji Misilmanan bipirsin"

"Armanca hewldanên ku Macron serkêşiyê dike ew e ku hesab ji Îslam û Misilmanan bipirsin"

"Armanca wan ya esasî ew e ku hesab ji Misilmanan bipirsin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di roja îroyîn da daxuyaniyên dijî Îslam û Misilmanan amûrên herî kêrhatî ne ku siyasetmedarên Rojavayî ji bona kêmasiyên xwe veşêrin diemilînin. Di demên dawîn da têgehên wek (Îslama Fransayê), (Îslama Ewropayê) û (Îslama Awistiryayê) mînakên herîn dawîn in. Armanca esasî ya van hewldanan ku Macronê Serokomarê Fransayê serkêşiyê dike ew e ku hesab ji Îslam û Misilmanan bipirsin."

Erdogan ji bona Civîna Şêwrê ya Wezîr/Sermiftî/Serokên Diyanetê ya Dewletên Endam û Çavdêr ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ku Serokatiya Karên Diyanetê onlîne çêdike bi vîdeoyê peyam şand.

Serokomar Erdogan di peyama xwe da got di vê heyama zor û dijwar da ku em di nav ra derbas dibin li gorî qinaeta min divê em wek Misilman hê zêdetir hev guhdarî bikin û bi hev bişêwirin.

Erdogan diyar kir ji beldeyên Îslamê yên qedîm ku bi sedsalan mirovahiyê ronî dikirin û bi ilm û hikmet û aştiyê dihatin pênasekirin îro mixabin hewar û fîxan bilind dibin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir li seranserê dinyayê rojê derdora hezar xwîşk û birayên wan yên Misilman ji ber tundî û terorê dibin qurban û got ku bi taybetî nijadperestî, qewmiyetperestî, mehebperestî û fitne û ficûra terorê bûne pirsgirêkên ku alema Îslamê ji nav da têk dibin.

'Armanca wan ya esasî ew e ku hesab ji Misilmanan bipirsin'

Erdogan diyar kir rewşeke ku yê tê kuştin jî yê dikuje jî dibêje 'Allah-u Ekber' bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir rewşa xembar ya ku Misilman di nav da ne wêrekiyê dide neyarên Îslamê û emperyalîstan.

Serokomar Erdogan diyar kir kesên ji pêşketina Îslamê aciz dibin qeyranên ji ber wan derdikevin dikin hincet û êrîşî dînê wan dikin.

Erdogan destnîşan kir di roja îroyîn da daxuyaniyên dijî Îslam û Misilmanan amûrên herî kêrhatî ne ku siyasetmedarên Rojavayî ji bona kêmasiyên xwe veşêrin diemilînin û wiha got: "Di demên dawîn da têgehên wek (Îslama Fransayê), (Îslama Ewropayê) û (Îslama Awistiryayê) mînakên herîn dawîn in. Armanca esasî ya van hewldanan ku Macronê Serokomarê Fransayê serkêşiyê dike ew e ku hesab ji Îslam û Misilmanan bipirsin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE