Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn (DQB) Zuhtu Arslan ji bo doza ku Bekir Şahînê Serdozgerê Komarê yê Daraza Bilind bi daxwaza bila Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin vekiribû, raportorê ewil wezîfedar kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda di doza girtinê da pêvajoya li îdianameyê mêzekirinê dest pê kir û ji bo vê jî raportorê ewil hat wezîfedarkirin.
Tê payîn raportor di encama lêkolîna ewil da herî dereng di nav 15 rojan da raporê temam bike û pêşkêşî lijneya Dadgeha Qanûna Bingehîn bike. Piştî vê jî wê lijne lêkolîna ewil bike û ji bo erêkirin û yan jî redkirina îdianameyê biryarê bide.
Ji bo girtina HDPyê, Şahîn îdianameyeke ji 609 rûpelan pêk tê amade kiribû.