Arslantepe bi xêra UNESCOyê li dinyayê hat naskirin

Li Arslantepeyê li ser dîwaran şopên fîgurên rengîn û lewheyên rolyef hene ku hêza siyasî teswîr dikin û pergala dewletê ya destpêkê destnîşan dikin. Her wisa di xebatên vedanê da gelek dîzik û kûzik jî derketin.

Arslantepe bi xêra UNESCOyê li dinyayê hat naskirin

Girê Arslantepeyê yê li Meletiyê yê ku di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da saleke xwe derbas kir, bi xêra vê nasnavê xwe li dervayî welêt bêtir hat naskirin.

Arslantepeya ku 6 kîlometere dûrî navenda bajêr e û li qeraxê rojava yê Çemê Feratê ye, ji wan ciyên dîrokî ye ku bi hezaran salan dergûşiya însanan kiriye. Li Arslantepeyê ji xeynî serdemên qedîm ji serdema Hîtît, Roma û Bîzansê jî şop hene.

Li Girê Arslantepeyê yê ku cara ewil di sala 1931ê da ji hêla ekîba Fransiz a bi serokatiya Louis Delaporte hat vedan û ji sala 1961ê û vir va jî xebatên vedanê ji hêla ekîbên Zanîngeha La Sapienza ya Romayê tên meşandin, berateyên avahiyên dewleta bajêr a herî kevin a Anadoluyê hene.

Li Arslantepeyê li ser dîwaran şopên fîgurên rengîn û lewheyên rolyef hene ku hêza siyasî teswîr dikin û pergala dewletê ya destpêkê destnîşan dikin. Her wisa di xebatên vedanê da gelek dîzik û kûzik jî derketin.

Di xebatên vedanê da her wisa kompleksa qesra kelpîç, pergala mohrê ya ji bo belavkirina xurek, 9 şûr û 12 sertîrên herî kevn ên dinyayê hatin dîtin.

Girê Arslantepeyê di rûniştina 44emîn a Berfirehkirî ya Komîteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê ya ku par li Çînê hat lidarxistin da li Lîsteya Mîrata Dinyayê hat zêdekirin.

Bi vê nasnavê da Girê Arslantepeyê li dinyayê bêtir hat naskirin û lewma jî bû ciyê ziyareta turîstên xwemalî û biyanî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE