Artêşa me bersivê dide êrîşên rejima Beşşar Esed û balafirgeheke li Helebê ya rejimê wêran kir.
Balafirgeha eskerî ya Neyrabê dikeve perê navenda bajarê Helebê û rejima Esed wexta ku êrîşî unsûrên Artêşa me û sivîlan dikir, ji balafirgehên ku timî bi kar dianîn yek jê jî ev balafirgeh bû.
Artêşa me duh bi SÎHA û topbaranê xesareke giran da balafirgeha eskerî ya Neyrabê û balafirgeh wêran bû.
Artêşa rejimê pêr wesayît û ekîpmanên esmanî yên balafirgeha eskerî ya Kuweyrasê ku dikeve rojhilata Helebê û bû hedefa Artêşa me, neqlî Neyrabê kiribû.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin, piştî ku balafirgeha eskerî ya Neyrabê hat wêrankirin, qada ku rejim tê da hereket dike, tengtir bû.
AA