Artêşa Sûdanê midaxeleyî xwepêşandêrên dijî derbeyê kir

Di midaxeleya artêşê da 5 kes hatin kuştin...

 Artêşa Sûdanê midaxeleyî xwepêşandêrên dijî derbeyê kir

 Artêşa Sûdanê li paytext Xartûmê midaxeleyî gelê ku ev çend hefte ne li ber Wezareta Parastinê nobeda demokrasiyê digire kir û di encamê da 5 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Jûrên Pîşeyî yên Sûdanê da hat destnîşankirin ku hêzên artêşê serê sibehê bi çekan midaxeleyî xwepêşandêrên dijî derbeyê yên ku li dora Wezareta li Xartûmê kamp vegirtine kirin.

Komîteya Doktoran a Sûdanê jî ragihand ku di midaxeleya artêşê da 5 kes hatin kuştin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku serê sibehê gelek eskeran herêma ku çalakî lê tê kirin da ku piştî derbeya eskerî, rêveberî bikeve destê sivîlan, dorpêç kirin û paşê jî dengê tifingên bimakîne hatin bihîstin û ji herêmê dû bilind bû.

Li Sûdanê di 19ê berfanbarê da ji ber qeyrana aboriyê xwepêşanan dest pê kiribû. Ev xwepêşandan paşê li Xartûm û tevahiya welêt bûbûn çalakiyên dijî rejimê. Piştî van çalakiyan di 11ê nîsanê da artêşê dest dabû rêvebiriyê. Piştî daxuyaniya artêşê, heyama Omer el-Beşîr a 30 salan qediyabû. 

Herwiha piştî ku artêşê rêveberî kir kontrola xwe, xwepêşandêran nerazîbûna xwe nîşan dan û rabûn ser piyan da ku rêveberî bikeve destê sivîlan. Ji bo tayînkirina vê pêvajoyê jî xwepêşandêran bi rêveberiya artêşê da danûsitandin dikirin.

Dîroka nûkirinê: 04 Hezîran 2019, 14:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE